Biryar e îro rewşa awarte bidawî bibe
K24 – Navenda Nûçeyan
Peyvdarê Serokomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin berî hefteyekê ragihand, şeva 18ê Tîrmehê li Tirkiyê rewşa awarte bidawî dibe û her demekê metirsiya terorê yan metirsiyên din li welêt dirust bibe, Serokomar dikare rasterast rewşa awarte careke din rabigihîne.
Berî 2 salan û piştî hewla derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê bi bihaneya teror û derbekaran rewşa awarte li Tirkiyê hatibû ragihandin.
Di çarçova wê rewşa awarte de, bi hezaran kes hatin desteserkirin û ji kar hatin dûrxistin û bi dehan dezgehên medyayî û rojname hatin girtin.
Ji dema ragihandina rewşa awarte, bi awayekî berdewam her sê mehan carekê dihate dirêjkirin.
Partiyên opozîsyonê û rêxistinên mafên mirovan jî bi berdewamî rexne li berdewamiya rewşa awarte digirtin û didan zanîn ku di wê rewşê de binpêkirin li dijî mafên mirovan li Tirkiyê tên kirin.
S. B