Kurdistan Oso: Li TEV-DEMê dimîne ka heta kû dikare hevpariyê bike

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Komîta Pêwendiyên Derve ya ENKSê Silêman Oso ragihand, tiştê li ser ragihandinê hatiye belavkirin tenê projeyek e û hîna ENKSê bi fermî ew piroje pesend nekiriye. Heger TEV-DEM dest ji siyasetên xwe yên çewt berde, ew dikarin bi hev re projedestûreke hevbeş amade bikin.

Endamê Komîta Pêwendiyên Derve ya ENKSê û endamê Polîtbîroya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS) Silêman Oso ji K24ê re ragihand, “Me di hundir Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê de di pêwendiyên xwe yên dîplomasî bi welatan re me nêrînên xwe ji wan re diyar kiriye, lê em her tim rastî pirseke wan dihatin, ew jî ka ENKSê çi ji pêşeroja Sûriyê re amade kiriye. Me jî dît ku pêwîst e projeyeke me di vê derbarê de hebe.”

Oso diyar kir, bi hevkariya Navenda Ewropî ya Lêkolînên Kurdî û Wezareta Derve ya Almanî re gelek workşop birêve çûn, ev workşop li ser Sûriyeya Federalîzm kar kirin, ku bi serpereştiya pisporên Almanî, Brîtanî û swêsrî bûn, wan jî bi me re erê dikirin ku pêşeroja Sûriyê dê ferderalî be, da ku Sûriyê berve perçebûnê ve neçe.

Osê amaje bi wê yekê kir, tiştê hatiye amadekirin, projedestûreke û ti tiştî fermî nehatiye ragihandin, ev encamên workşopên çêbûne ne. heta ku bibe destûreke ENKSê divê ji aliyê ENKSê bête pesendkirin, ev yekî hîna nebûye.

Derbarê hevrêziya bi TEV-DEM û projeya wê ya federalîzma Bakurê Sûriyê de, Oso got: “Me nêrîna xwe derbarê pêşeroja Sûriyê de daye xuyakirin, vêca li TEV-DEM û PYD dimîne ka heta kû derê dikarin hevpariyê bi me re bikin. Heger ew amade bin hevpariyê bi me re bikin û dest ji kiryar û siyasetên xwe yên çewt berdin, wê demê emê karibin bi hev re rûnin û projeyeke hevpar amade bikin.”

Encûmena Niştmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) projedestûrek bi navê “Pêşniyarek ji bo Birêvebirina Herêmên Kurdî li Sûriyê” belav kir. Di wî projeyê de, ENKS navê Kurdistana Sûriyê li Rojavayê Kurdistanê dike û weke herêmeke federalîzm ser bi Sûriyê ve dide naskrin. Di madeya sêyemîn ya destûra ENKSê de hatiye, ku cugrafiya herêma Kurdistana Sûriyê yek parçe ye û divê hikûmeta Herêma Kurdistana Sûriyê û hikûmeta Sûriyê dibin serpereştiyeke navdewletî de sînorên Kurdistana Sûriyê deyinin.