Aldar Xelîl: Rûsya ji me xwest em Efrînê radestî Hikûmetê bikin, lê me nekir

Rûsya ji PYDê re: Heger hûn bixwazin xwe ji operasyona Tirkiyê dûr bikin û nehêlin artêşa Tirkiyê derbasî nav wî bajarî bibe, hûnê Efrînê radestî Hikûmeta Sûryê bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Endamê desteya rêvebir a TEVDEMê Aldar Xelîl di hevpeyvînekê de li gel televizyoneke nêzîkî PKKê ragihand, ku Rûsya ji wan re gotibû: "Heger hûn bixwazin xwe ji operasyona Tirkiyê dûr bikin û nehêlin artêşa Tirkiyê derbasî nav wî bajarî bibe, hûnê Efrînê radestî Hikûmeta Sûryê bikin". Lê bi gotina Aldar Xelîl wan ew yek red kir û gotin: "Emê berevaniyê di ber axa xwe de bikin".

Berî destpêkirina êrîşên ezmanî yên Tirkiyê li ser Efrînê û firîngeha Minix ya serbazî, Rûsya tevahiya hêzên xwe ji wan herdu navçeyan kişand.

Duh Serokê Tirkiyê destpêkirina operasyona Şaxê Zeytûnê li Efrînê ragihand û îro jî hin ketîbeyên Sûrî yên nêzîkî Tirkiyê, bi navê Artêşa Azad dest bi operasyona bejahî kirin.