Pompeo: Cîhê Brunson mala xwe ye

Wezîrê derve yê Amerikayê Mike Pompeo, di Konferansa Pêşxistina Azadiya Ol an de axifî û çendîn caran nave Keşe Brunson ku li Tirkiye girtî ye anî ziman

K24 -= Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Amerikayê Mike Pompeo, di Konferansa Pêşxistina Azadiya Ol an de axifî û çendîn caran nave Keşe Brunson ku li Tirkiye girtî ye anî ziman.

Pompeo diyarkir ku, Amerika û cîhana demokrat dive her hewl ji bo azadiya Ol an bide.

Di axaftina xwe de, bal kişand rewşa Keşe Brunson ku li Tirkiye girtî ye: “Navek din heye, ku gelek ji we dizanin – Keşe Brunson. Em ji bo serbestberdan a wî her hewlê didin û em dê berdewam hewlan bidin”. Ev gotinên Pompeo ji alî beşdaran ve bi dilxweşî hatin pêşwazî kirin.

Pompeo got ku, Brunson bi awayek neheq hatiye girtin û diyarkir: Cîhê Brunson mala xwe ye – Amerika ye. Divê bê serbest berdan û bikaribe azadiya xwe ya Olî bide meşandin.

 

 

C.B