YPG red dike artêşa Tirkiyê gundê Hec Îskenderê girtibe

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) rek kir ku gundê Hec Îskenderê yê ser bi navçeya Cindirêsê ve ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve hatibe girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) rek kir ku gundê Hec Îskenderê yê ser bi navçeya Cindirêsê ve ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve hatibe girtin.

Peyvdarê YPGê li Efrînê Birûsk Heseke ji K24ê re ragihand, şer û pevçûnên giran li gundê Hec Îskenderê yê li rojavayê Efrînê berdewam in û red kir ku ew gund ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve hatibe girtin.

Li gor zanyariyên K24ê, Duh piştî şervanên YPGê gundên Hec Îskender, Aşkê Xerbî, Dêr Belût û Mile Xelîla yên navçeya Cindirêsê vegerandibûn, artêşa Tirkiyê bi tundî gundên wê navçeyê topbaran kirin.

Her îro, jêderekî nêzîkî YPG li Efrînê ragihandibû, dema ku çekdarên ser bi opozisyona Sûriyê ve bizav dikirin gundê Hac Îskenderê kontrol bikin, şervanên YPGê rûbirûyî wan bûn û di encama şer de, 5 çekdarên  opozisyonê hatin kuştin.

Peyvdarê YPGê li Efrînê Birûsk Heseke got jî, li gundê Dêr Siwanê û Ereb Wêranê yên navçeya Şera şer û pevçûnên giran berdewam dikin.