Kurdistan Heyder Şeşo dest ji karê nava YNKê vedikişîne

Heyder Şeşo dest ji karê nava YNKê vedikişîne

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Encûmena Navendî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Heyder Şeşo dest ji kar vekişand.

Heyder Şeşo ji K24ê re ragihand, îro 17 Nîsanê bi awayekî fermî dest ji kar vekişandina xwe pêşkêşî Encûmena Navendî ya YNKê kir.

Heyder Şeşo got jî, ew nikare erkên xwe di nava rêzên YNKê de berdewam bike, ji ber rewşa Şingalê û mijûlbûna wî bi damezrandina partiyeke nû bi navê Partiya Demokrata Êzidî.

Ew partiyê nû bi awayekî fermî mulet ji hikûmeta Iraqê wergirtiye û daxwaza muletê jî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike.

Di heman demê de, Heyder Şeşo Fermandarê Hêzên Parastina Êzidîxan e, ku piştî dagîrkirina Şingalê ji aliyê DAIŞê ve 3 Tebaxa 2014an, bi mebesta rûbirûbûna DAIŞê damezrand.

Niha û li gorî Fermana Serokatiya Herêma Kurdistanê, ew hêz di çarçova Wezareta Pêşmergeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye.