Taran: Tengeava Hurmizê di bin desthilata me de ye

Fermandarê Hêzên Deryayî yê Îranê, Hisên Xanzadî ragihand, ku Îran bi temamî desthilata xwe li ser tengeava Hurmizê sepandiye û niha ew jêrderyayeke nû çêdikin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Fermandarê Hêzên Deryayî yê Îranê, Hisên Xanzadî ragihand, ku Îran bi temamî desthilata xwe li ser tengeava Hurmizê sepandiye.

Hisên Xanzadî diyar kir, ku niha Hêza Deryayî ya Îranê, mijûlî çêkirina jêrderyayeke nû ye.

Xanzadî got jî: Her yek ji jêrderyayên Fatih û Xedîr, bi destên Îraniyan hatine çêkirin û di vî warî de, şarezayên Îranî gellekî pêş ketine.

Navhatî zelal kir, ku 33% JI bazirganiya cîhanî, di tengeava Hurmizê re derbas dibe û ew tengeav bi temamî di bin kontrola Îranê de ye.

Ev peyama Xanzadî di demekê de ye, ku roja bi roj bazinê sizadana Îran firehtir dibe û Amerîka bizavan dike, ku ti kes nema petrola Îranê bikirre.

N.O