Îran: Li hember kuştina 7 pasdaran bêdeng namînin

Şêwirmendê Bilind ê Rêberê Îranê derbarê kuştina 7 endamên Supaya Pasdarên Îranê li Sûriyê bersiveke tund da û got, ew bêdeng namînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Bilind ê Rêberê Îranê derbarê kuştina 7 endamên Supaya Pasdarên Îranê li Sûriyê bersiveke tund da û got, ew bêdeng namînin.

Şêwirmendê Bilind ê Rêberê Îranê Elî Ekber Wîlayetî careke din piştevaniya welatê xwe ji bo parastina xaka Sûriyê dupat kir û got, li hember kuştina 7 endamên Supaya Pasdarên Îranê ji aliyê firokeyên Îsraîlê bêdeng nabe.

Firokeyên Îsraîl duh firokexaneya leşkerî ya Sûriyê “T-4” li nêzîkî bajarê Humsê bombebaran kir û di encama wê êrişê de û li got medyayên Îranê 7 pasdarên Îranê û hejmarek ji leşkerên Sûrî hatin kuştin.

Ji aliyê xwe ve duhî, Rewangeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan eşkere kir, ku di encama wê bombebaranê de, "14 kes hatin kuştin û di nav kuştiyan de hin Îranî hene."

 

S. B