TEV-DEM û ENKS: Em amade ne hevdîtinan bikin

Bi nêzîkbûna civînên li Astanayê paytexta Kazaxistanê dibin serpereştiya Rûsya, Îran û Tirkiyê de lidar keve. ku pêşbîn e di dawiya vê mehê de bête lidarxistin, eger e tevgera siyasî ya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ji bo beşdariya civînan bêne vexwendin. Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ku bangeke hevdîtinê bi Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê re di riya ragihandinê re belav kiribû, careke din banga xwe nû dike.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Serkirdê di TEV-DEMê de Telal Mihemed di vê derbarê de ji K24ê re axivî û got: “Niha jî bengewaziya me lidar e û em ji birayên xwe di ENKSê de dibêjin ku em amade ne li ser maseyê guftûgoyan bikin. Bi kêmasî em karibin şandeke hevbeş ava bikin ji bo beşdariya kongireyên navdewletî yên ji bo pirsgirêka Sûriyê têne lidarxistin.”  

Ji aliyê xwe ve, berpirsên ENKSê tekez dikin ku, ew amade ne ji hevdîtinan re, lê pêwist e li ser bingeheke şirîkatiyê be û pirsgirêkên hene bêne çareserkirin, di serî de jî girtiyên ENKSê ji zindanên Rêveberiya Xweser serbest bêne berdan.

Endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê Fêsel Yûsif li ser banga TEV-DEMê ji K24ê re wiha axivî: “Berî niha rêkeftin di navbera me û TEV-DEMê de hene û dîse em jê re amade ne, lê pêwist e li ser bingeheke wekheviyê be, nabe aliyekî siyasî li pey aliyekî din here û em amade ne hevdîtinan bikin. Berî niha jî di bin serpereştiya Serok Mesûd Barzanî de ku pirojeya netewî pejirandiye û danpêdaneke giştî pê hatiye kirin, rêkeftinên me hebûn. Em hêvîdar in di nêzîktirîn dem de ev rêkeftin pêk werin.”  

Li gorî hin çavdêrên siyasî, di sala 2017an de eger e hin pirsgirêkên di navbera rêjîma Sûriyê û hêzên dijber de çareser bibin di riya giftûgoyan re çi li Astanayê be û çi jî li Cenêvê be. Beramberî van pêşketinan pêwist e helwesteke Kurdî ya hevbeş bête avakirin, ku beşdariya civîn û kongirên navnetewî bikin, nemaze ku bingeheke sereke ji hevdîtinan re heye, ew jî şerê terorê û sîstema fedralîzmê di Sûriyeya paşerojê de.