Îran zozanên Hacî Omeran û Sîdekan topbaran dike

Topxaneya Îranê zozanên Hacî Omeran topbaran kir, ji ber topbaranê jî hejmarek koçer birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Topxaneya Îranê zozanên Hacî Omeran topbaran kir, ji ber topbaranê jî hejmarek koçer birîndar bûn.

Rêvebirê Nahiya Hacî Omeran Ferzeng Ehmed ragihand, ji ber topbarana Îranê ji zozanên  Hacî Omeran, hejmarek ji koçeran asê bûne û hejmareke mezin jî ji wê deverê bar kirine.

Peyamnêrê K24ê li wê navçeyê da zanîn, komara Îranê zozanên her du navçeyên Hacî Omeran û Sîdekan bi giranî topbaran dike.

Lda zanîn jî, li Hacî Omeran zozanên li pişt Zînwê, geliyê Alane û Gundejor topbaran dike û li Sîdekan jî Berbizîn û Sinîn topbaran dike.

Yek ji koçerên wan zozanan ji K24ê re ragihand, ji encama topbaran zozanên Hacî Omeran, çend koçer birîndar bûn û bo nexweşxaneyê hatin veguhastin.

Got jî, bo parastina jiyana xwe ji topbaranê, wan ew zozan bicih hîştine.

 

S. B