Efrînî bi zehmetî zeytûnên xwe diçinin û difiroşin

Wek her sal li Efrînê werzê çinîna zeytûna ji nîvê meha Cotmeha bûrî ve dest pê kiriye, lê îsal ji ber rewşa dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, welatiyên Efrînê gelek zehmetî û astengiyan di çinîn, guvaştina zeytûnan û firotana zeytê de dibînin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Wek her sal li Efrînê werzê çinîna zeytûna ji nîvê meha Cotmeha bûrî ve dest pê kiriye, lê îsal ji ber rewşa dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, welatiyên Efrînê gelek zehmetî û astengiyan di çinîn, guvaştina zeytûnan û firotana zeytê de dibînin.

Herêma Çiyayê Kurmênc “Efrîn” herêma herî navdar e bi darên zeytûnan û zêdetir ji 15 milyon darên zeytûnê lê hene, piraniya  welatiyan Efrînê jî debera jiyana xwe bi kar û berhemên wê darê dikin.

Welatiyê bi navê Bavê Bangîn li ser çinîn, guvaştin û firotana zetûn û zeytê ji K24ê re got, ji berî destpêkirina werzê çinîn û berhevkirina zeytûnan, grûpên çekdar gelek zehmetiyan ji welatiyên Efrînê re çê dikin, ji bilî babeta diziya zeytûnan, çekdaran li ser her dareke zeytûnê baca 2 hezar Lîreyên Sûrî sepandine, ta xwediyên daran bikarin biçe nava zeviyên xwe û darên xwe biçinin. Herwiha ta her welatiyek bikare biçe nava zeviyê xwe jî, divê rêdanê ji encûmenên xwecihî yê Efrînê û navçeyên wê ve werbigire.

Bavê Bangîn amaje bi wê, tevî ku Hikûmeta Demkî ya opozîsyona Sûriyê û encûmenên xwecihî hin rênima ji bo çinîna zeytûnan li welatiyan belav kirin û şîwazê çinîn, berhevkirin û guvaştinê diyar kirine û kiriyên karekeran, veguhastin, guvaştin û tenekeyên vala diyar kirine, lê li ser erdê ew yek bi rêk û pêk nabe, ji ber ku grûpên çekdar pabendî wan rênimayan nabin û her grûpek li gor dilê xwe bacekê li welatiyan disepîne.

Li ser kirîn û firotana zeytê, Bavê Bangîn got, di salên bûrî de buhaya her teneke zeyt nêzîkî 50 Dolarî bû, lê îsal ku rê nayê dayîn zeyta Efrînê ji Efrînê derkeve bazara Sûrî, hin bazirganên ji Idlibê bi riya serkirdeyên grûpên çekdar tên zeyta Efrînê bi nirxeke gelekî erzan digihe 25 Dolaran dikirin. Herwiha hin bazirganên Tirkiyê serdana çend meseran kirine û nirxê 37 Dolar ji bo her teneke zeytê destnîşan kirine. Lê bi divê ew bazirganên Tirk zeytê bibin û biçin li Tirkiyê taqî bikin û di piştre nirxê zeytê birê bikin, ew jî piştî ku bihaya teneka vala ku 800 Lîreya Sûrî ye jê bibire.

Ji aliyekî din ve, ji encama êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, zêdetir ji 200 hezar welatiyên Efrînê bi neçarî koçber û derbider bûne. Li gor zanyariyên K24ê, grûpên çekdar dest danîne ser piraniya darên zeytûnê yên wan koçberan û rê nadin zeytûnên wan daran ji aliyê meriv û malbatên wan ve bêne berhevkirin û heger rê jî dan jî, baceke mezin ku hin caran digihe ji sedî 50 ji berhema zeytûnan ji xwe re dibin. 

 

 

S. B