Sarûxan: 100 hezar şervan ji bo rûbirûbûna artêşa Sûriyê amade ne

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Abdulkerîm Sarûxan ragihand, heger rêjîma Sûriyê berê xwe bide Bakurê Sûriyê, bila ew ji bîr nekin ku hêzeke wan a xurt a 100 hezar şervan heye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Abdulkerîm Sarûxan ragihand, heger rêjîma Sûriyê berê xwe bide Bakurê Sûriyê, bila ew ji bîr nekin ku hêzeke wan a xurt a 100 hezar şervan heye.

Wezîrê karên derve yê Sûriyê Welîd Muelim di 15ê Cotmehê de di konferanseke rojnamevaniyê de bi Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî re gotibû, heger ew Idlibê bi dawî bikin, dê berê xwe bidin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Abdulkerîm Sarûxan duhî di merasîma azadkirina 102 kesên ku bi tewana girêdanên bi DAIŞ`ê re hatibûn girtin de li ser daxuyaniyên Muelim got: “Ev axaftin vala ne û ti tiştekî binirx tê de tune ye.”

Sarûxan di axaftina xwe de got: “Ên ku bixwazin şerê terorê bikin û herêmên Sûriyê rizgar bikin, bila biçin herêmên Cerablus, Bab, Ezaz û Efrînê ku ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatiye dagirkirin, şer bikin.”

Sarûxan amaje bi wê yekê kir, şerê biratiyê qediyaye, divê rêjîma Sûriyê ji bîr neke ku hêza wan heye ku bi sed hezaran kes cihê xwe tê de digirin û li eniyan şerê terorê dikin.

Abdulkerîm Sarûxan diyar kir, li şûna ku rêjîma Sûriyê bi hêz û rêveberên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re çareseriyê bibîne, berûvajî vê yekê zimanê gefê bi kar tîne, ji ber wê divê her kes zanibe ku rêjîma Sûriyê ti carî venagere salên beriya 2011an.

 

S. B