PDK û YNK di rêya çareserkirina pirsgîrêkan de ne
K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî civîna şandên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtî ya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Silêmaniyê, Peyvdarê YNK Se'dî Ehmed Pîre eşkere kir, Yekîtî beşdariyê di civîna 18ê vê mehê ya Parlemana Kurdistanê de dike, û derbarê danîna parêzgarek nû ji bo Kerkûkê, Se'dî Pîre got, parêzgarê Kerkûkê bi tewafuq dê were danîn.
Peyvdarê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mehmûd Mhemed ragihand, her dû alî bi hikmê dîrok û xebatê, hest bi berpirsiyaretiyê dikin û di hewla çareserkirina pirsgirêkan de ne.
Got jî, hemû pirsgirêkên wan, ku pêwendî bi pêkanîna hikûmetê, Serokatiya herêm, û Kerkûkê hene, hatine çareser kirin.
Herweha diyarkir, ew reşnivîsa ku hatiye amadekirin, sibe ji aliyê Yekîtî û Partî ve danûstandin liser tên kirin, û piştre eger hat pejirandin, di merasimekê de, dê were îmze kirin.
C.B