Barzanî: Hêvîdar im çareseriyeke nû ji pirsa Kurd re li Tirkiyê were dîtin

Serok Mesûd Barzanî serkeftina proseya hilbijartinên Tirkiyê pîroz kir û ragihand, Hêvîdar im encamên hilbijartinan rê li ber dîtina çareseriyeke nû ji pirsa Kurd li Tirkiyê xweş bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Mesûd Barzanî serkeftina proseya hilbijartinên Tirkiyê pîroz kir û ragihand, Hêvîdar im encamên hilbijartinan rê li ber dîtina çareseriyeke nû ji pirsa Kurd li Tirkiyê xweş bike.

Serok Barzanî li hejmara xwe ya taybet li tûra civakî “Twitter” nivîsî: “Xweşhal in ku hilbijartinên Tirkiyê bi demokratîk û aştiyane encam da. Hêvîdar im encamên hilbijartinan rê li ber dîtina çareseriyeke nû ji pirsa Kurd li Tirkiyê xweş bike û bibe sedema anîna aramî û aştiyê li navçê.”

Duh Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartina serokomarî û hilbijartinên giştî yên gera 27an a parlementoyê bi dawî hat. Li gorî encamên destpêkê AK Partiyê 293, CHP 146, HDP 67, MHP 50 û ÎYÎ Partî 44 kursiyên parlamentoyê bidest xistine.

Îro jî bi sedan hezar welatiyên Kurd li Bakurê Kurdistanê ahenga bi serkeftina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kirin, piştî ku di hilbijartinên duh de 67 kursî di parlemantoya Tirkiyê bidest anî.

Li Diyarbekirê ji koma 12 kursiyên parlemantoyê, HDPê karî 9 kursiyan bidest bixe. AKPê jî 3 kursî bidest xist.

 

S. B