Kurdistan Qedexeya li ser 18 gundên Liceyê hat rakirin

Qedexeya li ser 18 gundên Liceyê hat rakirin
Wêne: Arşîv

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Diyarbekirê, qedexeya li ser 18 gundên navçeya Liceyê hat rakirin. Qedexe ji bo operasyonên li hember endamên Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê, di 5’ê Adara 2017’an de hatibû ragihandin. Qedexe û operasyonên li herêmê, vê sibehê (16.03.2017) saet di 07:00’an de hat rakirin.

Qedexeya li ser 18 gundên navçeya Liceyê ya Diyarbekirê, di roja 11’an de ji aliyê Parêzgeriya Diyarbekirê ve hat rakirin. Qedexe di 5’ê Adara 2017’an de hatibû ragihandin û bi 8 hezar hêzên ewlehiyê, operasyoneke berfireh hatibû meşandin. Di encama operasyonê de 19 endamên PKK’ê û leşkerekî jiyana xwe ji dest da û li gorî daxuyaniyên fermî ji 20’an zêdetir şikeftên PKK’ê hatin xirabkirin.

Qedexeya ku ji bo operasyona herî berfireh a herêma Liceyê hatibû lidarxistin, vê sibehê bi daxuyaniya parêzgeriyê hat rakirin.