Li Iraqê amadebûnên xwepêşandanên mezin tên kirin

Li Iraqê amadebûnên xwepêşandanê mezin tên kirin. Tê pêşbînîkirin ku, roja Îniyê dê bibe, roja xwepêşandanên herî mezin li Iraqê. Ji bo Bexdayê, Xwepêşandan a milyonî tê amade kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Iraqê amadebûnên xwepêşandanê mezin tên kirin. Tê pêşbînîkirin ku, roja Îniyê dê bibe, roja xwepêşandanên herî mezin li Iraqê. Ji bo Bexdayê, Xwepêşandan a milyonî tê amade kirin.

Xwepêşandanên Başûrê Îraqê li dijî nebûna xizmetguzariyên destpêkî ku ev nêzîkî dû hefteyane berdewam in, bi dehan kes tê de bûn e qurbanî. Destpêka xwepêşandanan ji bajarokê Ebu Xesîb ê ser Besreyê ve serî hilda. Xelkê wî bajarokî jî dibêjin, çendîn kompanyayên Petrolê li bajarokê wan kar dikin, l; piraniya ciwanên wan bêkar in.

Ji aliyê xwe ve, Fermandeyê hêzên bersivdan a bilez ê Îraqê radighîne, xwepêşandan ne yasayî ne, jiber ku xwepêşanderan molet wernegirtine.

Lîwa Samir Elhusênî ji Kurdistan 24 re ragihand, Hinek kesên têkder xwe xistine nav xwepêşandanan de û karên têkdanê dikin, û wan hejmareke kes girtine û ji bo dadgehan şandin e.

 

 

 

C.B