Tirkiye daxwaza radestkirina Salih Mislim ji Çekyayê dike

Wezareta Dadê ya Tirkiyê ji Çîkyayê daxwaza radestkirina Salih Mislim dike. Wezîrê Tirkiyê yê Karûbarên Yekîtiya Ewropayê jî dibêje, wan hîna nûçeya binçavkirina Salih Mislim piştrast nekirine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Dadê ya Tirkiyê ji Çîkyayê daxwaza radestkirina Salih Mislim dike. Wezîrê Tirkiyê yê Karûbarên Yekîtiya Ewropayê jî dibêje, wan hîna nûçeya binçavkirina Salih Mislim piştrast nekirine.

Li gor medyaya Tirkiyê, Balyozê Tirkiyê yê li Pragê, daxwaza radestkirina endamê Komîta Dîplomasî ya TEV-DEMê Salih Mislim gihand Cîgirê Wezîrê Derve yê Çîkyayê.

Hat ragihandin, Balyozê Tirkiyê bi riya telefonê ji rayedarên Pragê daxwaza radestkirina Salih Mislim kiriye.

Li aliyê din, Wezîrê Tirkiyê yê Karûbarên Yekîtiya Ewropayê Omer Çelîk da xuyakirin, hîna agahiyên derbarê binçavkirina Salih Mislim de piştras nekirine.

Lê îro Desteya Rêveber a TEV-DEM di daxuyaniyekê de girtina endamê Komîta Dîplomasî  ya TEV-DEMê Salih Mislim şermezar kir û got,  Salih Mislim duh êvarê ji aliyê polîsa Çek ve hatiye girtin.

Herwiha TEV-DEMê di daxuyaniya xwe de dewleta Çek li hemberî girtina Salih Mislim bi berpirsyar binav kir.

 

S. B