Platforma zimanê Kurdî raporekê radestî Enqerê dike

Encamnameya Komcivîna Platforma Zimanê Kurdî li Diyarbekirê bi beşdariya 9 partî û rêxistinên Kurdan bi civîneke çapemeniyê hat ragihandin. Di bin banê platformê de dê 3 komîsyon werin avakirin ku li Bakurê Kurdistanê, li Enqereyê û li qada navneteweyî xebatên ziman werin meşandin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Encamnameya Komcivîna Platforma Zimanê Kurdî li Diyarbekirê bi beşdariya 9 partî û rêxistinên Kurdan bi civîneke çapemeniyê hat ragihandin. Di bin banê platformê de dê 3 komîsyon werin avakirin ku li Bakurê Kurdistanê, li Enqereyê û li qada navneteweyî xebatên ziman werin meşandin.

Piştî ku ji aliyê 9 partî û rêxistinên Kurdan ên Bakurê Kurdistanê ve Platforma Zimanê Kurdî hat avakirin bi komcivînekê xebatên platformê yên paşerojê hatin diyarkirin. Encamnameya komcivînê jî bi civîneke çapemeniyê ji raya giştî re hate parvekirin. Encamnameya Kurdî ji aliyê Cîgirê Serokê PSKê Bayram Bozyel ve û ya zazakî ji aliyê Berpirsên Karên Siyasî yê Hereketa Azadî Sitki Zîlan ve hat xwendin. Derbarê nexşerêya platformê de Cîgirê Serokê PDKê Bora Balîn amaje kir ku dê ji bo ku zimanê Kurdî bibe xwedî statu dê di çarçoveya hiquqî de xebat werin meşandin.

Cîgirê Serokê PDKê Bora Balîn ji K24ê re got: "Wê komîsyonek a hiquqî jî were avakirin da ku proseya hiquqî were amadekirin. Dê lêkolîn û xebat werin kirin ku li gorî zagona bingehîn çi dikare were kirin. Di encamê de jî dê raportek were avakirin û radestî rayedarên dewletê were kirin."

Endamên Platformê didin zanîn ku siyasetmedarên di nav platformê de biryar dane ku ji xwe û ji derdora xwe dest bi hişmendiya zimanê Kurdî bikin û bi vê yekê ve girêdayî partiyên Bakurê Kurdistanê daxuyaniyên xwe bi Kurdî bidin.

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk DBPê yê Diyarbekir Îbrahîm Çîçek jî anî zimên ku divê partiyên siyasî di xebatên xwe de xwedî li zimanê Kurdî derbikevin.

Îbrahîm Çîçek dibêje: "Derbarê vê mijarê de jî nîqaş hatin kirin. Rexne hatin kirin û ev rexne jî hatin qebûlkirin. Divê siyasetmedar jî berpirsiyariyên xwe bizanin û di warê hişmenidya zimanê Kurdî de bibin mînak."

Xelkê Bakurê Kurdistanê jî xebatên Platforma Zimanê Kurdî bi erênî  pêşwazî kirin û bang kirin ku xebatên Platforma Zimanê Kurdî bi awayeke  mayînde bimeşin.

Welatî Mehmet Erken: "Em li malê bi Kurdî diaxifin û derve jî bi Tirkî diaxifin. Divê xebatên platformê berdewam bin. Eger ne berdewam be dê wateyek xwe nebe."

Welatî Davut Demet: "Bêguman avakirina platformê tiştek baş e. Kurd werin cem hev û yekîtiyekê ava bikin baş e. Kesê ku zimanê xwe winda bike îmana xwe jî winda dike. Zimanê me wek şîrê dayîkê li me helal e."

Di çarçoveya xebatên platformê de dê di qada navneteweyî de komîsyonek teybet were avakirin ku zimanê Kurdî bikeve rojeva Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekgirtî de û dê bang were kirin ku ji Tirkiyeyê were xwestin pabendî peymanên navneteweyî be û mafê perwerdeya zimanê dayî cîbicî bike.