Rosneft rêkeftinekê bi Kurdistanê re îmze dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Kompanyaya Rûsî “Rosneft” ragihand, ligel hikûmeta Herêma Kurdistanê rêkeftinek îmze kirine, ji bo karkirin li 5 kêlgehên petrola Kurdistanê.
Malpera fermî ya Rosneft belav kir, kompanyaya Rosneft a Rûsyayê girêbesta karkirinê li 5 kêlgehên petrolê yên Herêma Kurdistanê îmza kirine.
Di daxuyaniyê de hatiye, kompanya tevahiya têçûnan amade kiriye û amadekariya kêlgehên petrolê digire ser xwe û rêkeftina Rosneft û hikûmeta Herêma Kurdistanê wek rêkeftina berê ligel kompanyayên biyanî yên taybet bi petrolê ye.
Li gor daxuyaniyê, karkirina kompanyayê ji destpêka sala nû ve pişknîn û kolandina bîran dest pê dike û di egera serkeftinê de jî di sala 2021ê de dê karkirina li wan blokan zêdetir were berfirehkirin.
Kompanyay Rosneft pêşbînî dike, di 5 kêlgehên petrola Kurdistanê de 670 milyon bermîl hebe.