“Li Tirkiyê pêvajoya çareseriyê careke din destpê dike”

Şewirmendê Serokomarê Tirkiyê Îlnûr Çevik beşdarî bernameyeke televîzyonî bû û got, Tirkiye nerazîbûneke tund li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê nîşan da û vê helwestê jî Kurdên Bakurê Kurdistanê dilgiran kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şewirmendê Serokomarê Tirkiyê Îlnûr Çevik radigihîne, piştî hilbijartinên 24ê Hezîranê eger heye ku pêvajoya aştiyê careke din destpê bike.

Îlnûr Çevik beşdarî bernameyeke televîzyonî bû û got, Tirkiye nerazîbûneke tund li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê nîşan da û vê helwestê jî Kurdên Bakurê Kurdistanê dilgiran kirin.

Di derbarê çareserkirina pirsa Kurdî de jî Îlnûr Çevîk got, piştî hilbijartinên 24ê Hezîranê eger heye ku pêvajoya aştiyê careke din destpê bike.

Ji sala 2009an heta 2015an di navbera PKK û Hikûmeta Tirkiyê de pêvajoyeke bi navê aştiyê hebû, lê neçû serî. Di 20ê Tîrmehê ya sala 2015an de li bajaroka Pirsûsê teqînekê rû dabû û 34 kesan canê xwe jidest dabûn. Piştre 2 polîs jî hatibûn kuştin û pêvajoya aştiyê şikestibû.

 

S. B