Grûpên çekdar jin û mêrekî Efrînê direvînin eşkence didin

Grûpên çekdar ên li Efrînê jin û mêrekî Efrînî direvînin derveyî bajêr û piştî wan eşkence didin wan her duyan li derveyî Efrînê berdidin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên çekdar ên li Efrînê jin û mêrekî Efrînî direvînin derveyî bajêr û piştî wan eşkence didin wan her duyan li derveyî Efrînê berdidin.

Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, li taxa Eşrefiyê ya Efrînê hejmarek çekdar xwe davêjin mala welatiyê bi navê Mistefa Faris û wî û hevjîna wî Hesret ji malê direvînin derveyî bajêr û piştî wan her duyan eşkence didin, wan davêjin nava daran li nêzîkî riya Turindê.

Wî jêderî da zanîn, çekdaran ew her du welatî bi awayekî hovane eşkence kirine û hemû gewdê wan birîn kirin û serê Mistefa û destê Hesretê jî şikandine.

Mistefa Faris û Hesret ji gundê Memila yê ser bi navçeya Racoyê ve ne û li taxa Eşrefiyê ya Efrînê rûdinin.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, bi hezaran welatiyên Kurd ên Efrînê ji aliyê grûpên çekdar ve tên revandin û eşkencedan.

Di vê derbarê de Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê berpirsatiya jiyana welatiyên Efrînê xiste stûyê Tirkiyê kir û daxwaz jê kir çarenivîsa welatiyên ji aliyê grûpên çekdar ve hatine revandin diyar bike.

 

S. B