Pasavanên Erdogan nikarin biçin civîna G20

Almanya naxwaze pasewanên Serokomarê Tirkiyê ku li Washingtonê êriş li xwepêşanderan kiribûn, bi Erdogan re biçin civîna G20 ya li Almanyayê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Almanya naxwaze pasewanên Serokomarê Tirkiyê ku li Washingtonê êriş li xwepêşanderan kiribûn, bi Erdogan re biçin civîna G20 ya li Almanyayê.

Lûtkeya G20, di rojên 7 û 8'ê Tîrmehê de li bajarê Hamburg yê Almanya tê darxistin di gel Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan, serok û serokomarên welatên G20 dê beşdarî civînê bibin.

Li gor medya Almanya,  çavkaniyên hikûmetê dan xuyakirin, Tirkiye lîsteya pasewanên ku tevî Erdogan biçin Almanya daye rayedaran û dî lîsteyê de, pasewanên Erdogan ku di serdana Washingtonê de êriş li xwepêşanderan kiribûn jî hene ku Amerîka derbarê wan de biryara destgîrkirinê dabû. 

Daîreya Asayîşa Federal ya Almanya naxwaze ku bûyerên wek Washingtonê li Almanya jî rû bide û ji ber vê Wezareta Derve ji Tirkiyê xwestiye ew pasewan tevî Erdogan neyên Almanya.