Rûsya: Em ji sekna Erdogan dilxweş in

Peyvdarê Kremlînê Dmitriy Peskov girêdayî mijara kirîna Tirkiye ya mûşekên S400 ji Rûsyayê, pesnê sekna Serokomarê Tirkiye Receb Tayyip Erdogan da

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Kremlînê Dmitriy Peskov girêdayî mijara kirîna Tirkiye ya mûşekên S400 ji Rûsyayê, pesnê sekna Serokomarê Tirkiye Receb Tayyip Erdogan da.

Peskov beşdarî bernameyek kanala telewizyonî ya Rossiya1 bû û nirxandinên xwe liser kirîna mûşekên S400 ji alî Tirkiye ve anîn ziman.

Peskov herweha got, ku :“Fişarek zêde liser Tirkiye girêdayî kirîna mûşekên S400 ji Rûsya heye. Lê Tirkiye diyar dike, ku welatek xwedî biryara xwe ye û serbixwe tevdigere. Sekna Serokomar Erdogan jî, cihê dilxweşiya me ye”.

 

 

C.B