Amerîka: Ji mafê Israîlê ye li Sûrya berevaniya xwe bike
K24 - Navenda Nûçeyan
Peyvdara wezareta derve ya Amerîka Heather Nauert di kongirekî rojnamevanî de ragihand, Washington ji ber çêbûna aloziyan li ser sînorê Israîl û Sûryê dilgiran e û piştevaniya mafê Israîlê dike, ku li wê navçeyê bergiriyê li xwe bike.
Heather Nauert got: "Îran bi zanebûn astê gefên xwe bilind dike û armanca wê ew e ku hebûna xwe li Rojhilata Navîn berfireh bike û desthilata xwe ferz bike, ku bi vî awayî, hemû navçeyê ji Yemen heya Lubnanê dixe bin metirsiyê de".
Duh artêşa Sûriyê ragihand, ku wan kariye firokeyeke F16 ya Israîlî anîne xwarê, piştre artêşa Israîlî 12 bingehên serbazî li Sûryê bordûman kir ku 4 ji wan bingehan yên milîsên Îranî bûn.