Derdora Efrînê tê topbarankirin: Şehîd û birîndar hene

Di encama êrîşa artêşa Tirkiyê li ser gundên derdora Efrînê welatiyekî sivîl şehîd bû û kesekî din jî birîndar bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di encama êrîşa artêşa Tirkiyê li ser gundên derdora Efrînê welatiyekî sivîl şehîd bû û kesekî din jî birîndar bû.

Peyamnêrê K24ê li Efrînê Mihemed Bilo da zanîn, ji vê sibê ve êrîşa artêşa Tirkiyê bi giranî gundên nêzîkî bajarê Efrînê wek gundê Stêr, Qurtqila topbaran dike, di encamê sivîlekî bi navê Mihemed Hemgulîno (48 salî) birîndar bû.

Da zanîn jî, di encama topbarana li ser gundê Tirmîşa ya ser bi navçeya Mabeta ve jî welatiyê sivîl Necîb Şêxo (55 salî) şehîd bû.

Her îro jî, gundên Qurbê û Gewrika yên li ser riya Efrîn û Cindirêsê ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve hatin bombebarankirin.

Herwiha li gorî Navenda Ragihandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG): "Firokeyên Tirkiyê bi bermîlên teqîner êrîşî derdora bajarê Efrînê kirin û ji vê sibehê ve 3 êrîş pêk anîne û heya niha ti zanyarî derbarê qurbaniyan nehatine zanîn."

Êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên ser bi wê ve îro di roja 50emîn de berdewam e, duh jî Hevseroka Encûmena Tenduristiyê ya Efrînê Encêla Reşo ji K24ê re dabû zanîn, ta niha 230 welatiyên sivîl şehîd bûne û 668 welatî jî birîndar bûne.

 

S. B