N. Y daxwaz ji welatên cîhanê dike, bi berpirsyaretiya xwe rabin beranber welatyên xwe li kampa Holê

Bi sedema rewşa mirovî ya xerab li kampa Holê li bajarê Hesekê, ku roj bi roj berev xerabunê ve diçe 11 zarokên din jiyana xwe jidest dane û li gor awareyên kampê, rewşa wan bi taybet ya zarokan jiber nebuna xwarin û avê û kêmbûna dermanan bi zehmetî briêve diçe, zarok canê xwe ji dest didin û ti kes alîkariya wan nake.

K24- Hewlêr

Bi sedema rewşa mirovî ya xerab  li kampa Holê li bajarê Hesekê, ku roj bi roj berev  xerabunê ve diçe 11 zarokên din jiyana xwe jidest dane û li gor awareyên kampê, rewşa wan bi taybet ya zarokan jiber nebuna xwarin û avê û kêmbûna dermanan bi zehmetî briêve diçe, zarok canê xwe ji dest didin û ti kes alîkariya wan nake.

Kampa Holê li başûrê rojhelatê bajarê Hesekê, dikeve rojavayê Kurdistanê.. Hejmara xelkên wê zêdetir 70 hezar kesane, ew kamp penaberên 'Îraqî û awareyên Sûryê herweha kesên biyanî yên ku divê dema dawî de ji Baxuzê derketibûn li xwe digre..

Hin ji wan awareyan tohmeta tevlî bûnê di rêxistiya Da'şê de ji alyê HSDyê ve hatîne desteserkirin..

Malbataên wan daxwaza  berdana wan ji desthelatdar û rêveberiya kampê dikin ..

Yek ji wan dibêje: Bila zarokên me berdin. Ma nebese ev heyveke ew girtîne û lêkolîn û lêdan tişt nemane bi wan re nekiribn, çi dixwazn? zarok hene dikampê de ji serma û birçîyê  mirine. Hemû alî rewşa me dibînin û di malên xwe de rûnşitîne ti tiştî ji me re nakin em mirin ji pirçan  , bang me kirin ku ti ne ye û werin. Piştî em hatin tiştê me nedîtibû jî me dît, bila zarokên me yên girtî berdin..

Brisgirêkên van awareyan gelekin li gor ku dibêjn, ne karin tevgerekê di nava kampê de bikin  û ne jî wek her awareyekî dikarin jê derkevin. Bi gotina wan jiber rewşa mirovî ya nexweş jiyana wan di zehmetîyê de birêve diçe bi berdewamî  zarokên kampê jiyana xwe ji dest didin ..

Ji alyê xwe ve Rewangeha Sûryê ya Mafê mirovan, belavkirîye, ji ber rewşa xirab û nebuna xizmetguzarîyê, herweha nebuna çavdêrîya tendirostyê 11 zarokên din li kampa Holê canê xwe ji dest dane, ku bi vê yekê, hejmara wan zarokên ku li wê kampê canê xwe ji dest dane, ji destipêka vê salê û ta niha gehaye 271 zarokan.

Li gorî amarên ne fermî, nêzîkî 75 hezar kes li kampa navbirî  dimînin, ku beşek mezin ji wan jin û zarokên çekdarên Da'şê ne...

Li gor Neteweyên Yegkirtî rewşa awareyên  Holê bi taybetî zarokên ku di wê kampê de dimînin gelekî zehmete  û pêdivîya wan bi pêdawîstyên  serekeyên jîyanê hene û daxwaz ji welatên biyanî kir ku bi berpirsyaretya xwe rabin derbarê welatyên xwe  yên ku li Holê dmînin.