PDK û YNK di hewla pêkanîna Hukimeta Nû ya Iraqê de ne

Endamek şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê eşkere dike, pêşveçûnek digel hinek aliyan ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê heye û ew mijûlî nivîsandina reşnivîsa çawaniya pêkanîna kabîneya nû ne

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamek şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê eşkere dike, pêşveçûnek digel hinek aliyan ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê heye û ew mijûlî nivîsandina reşnivîsa çawaniya pêkanîna kabîneya nû ne. Herweha civînên wan, ji dû û sê alî ve berfereh bûn e ji bo çend kûtleyan û dê di demek pêş de, digel Yekîtî bi şandek hevbeş biçin Bexdayê.

Bengîn Rêkanî ji Kurdistan24 re ragehand, beriya niha civînên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Îraqê du alî û sê alî bûn, lê niha berfereh bûn e, û wan du civîn digel aliyên siyasî kirin e, û biryar e jî, bi amadebûna aliyên Kurdistanî, PDK, Yekîtî, çend aliyên Sunne û Sê aliyên siyasî yên Şîa ku ji Fetih, Dewleta Yasa û 28 kes ji Nesir, ku kûtleya Ebadî ye, civînekî berfireh encam bidin.

 Hinek aliyên Şîa wek Ebadî, Sedir û Hekîm kar ji bo wê yekê dikin ku, kabîneya nû ya hikûmetê li ser binemaya piraniyê be, her ji ber wê yekê jî Rêkanî eşkere kir, kûtleya Eta, ku Rawêjkarê Civata Asayişa Îraqê Falih Feyaz serokatiya wê dike û 28 perlemanterên wê heye, bi bêrazîbûn a Ebadî beşdariyê di civîna berfereh de bikin.

Endamê Şanda Danûstandina yê Partî ew yek jî eşkere kir, Biryar e ji bo civîna berfereh, her aliyek siyasî kesekî diyarî bike, Yekîtî û Partî jî ew yek ji bo wê mebestê diyarî kiriye, ji ber ku Yekîtî û Partî wek yek şand beşdariyê di civînan dikin.

Navborî diyar jî kir, ew civîna berfereh ji bo nivîsandina reşnivîsekî ye, li ser prensîbên giştî ye, ku çawa ew hemû alî Hevpeymaniyek ji bo dirustkirina hikûmetê ne.

 

 

C.B