Kurdistan Mihemed Îsmaîl bi kefalet ji zîndanê dernakeve

Mihemed Îsmaîl bi kefalet ji zîndanê dernakeve
Berpirsê Rêvebir ê Polîtbîroya PDK-S Mihemed Îsmaîl

K24 – Qamişlo

Serkirdeyekî Partiye Demokrata Kuristanê – Sûriyê (PDK-S) radigihîne, hevalên wan qebûl nakin bi kefalet (Bi bereyan) ji zîndanên Rêveberiya Xweser derkevin.

Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Mihemed Seîd Wadî derbarê serbestberdana Berpirsê Rêvebir ê Polîtbîroya wê partiyê Mihemed Îsmaîl de ji zîndanên Rêveberiya Xweser bi kefalet ji K24ê re diyar kir ku, hevalê wan Mihemed Îsmaîl red kir ku bi kefalet ji zîndanê derkeve û ev heman helwesta partiya wan e jî.

Wadî da zanîn ku, hevalên wan ji ber sedemên siyasî hatine binçavkirin û ew ti carî qebûl nakin ku, serbestberdana wan bi kefalet bên kirin.

Berî çend rojan Mihemed Îsmaîl bo dadgehê hate birin û di dadgehê de jê re hate gotin ku, ji ber rewşa tenduristiya wî ya ne baş, ewê bi kefalet wî serbest birdin, lê Mihemed Îsmaîl ev yek qebûl nekir.

Berpirsê Rêvebir ê Polîtbîroya PDK-Sê Mihemed Îsmaîl ligel hejmarek mezin ji endam û serkirdeyên partiyên di ENKSê de ji 15 Tîrmehê roja pêşwazîkirina cenazeyê şehîdê Pêşmerge Hebîb Qedrî ve ji aliyê Asayişa Rojava ve girtî ne.