Firokeyên Tirkiyê dest bi êrîşa li dijî PKKê kir

Li gorî zanyariyên peyamnêrê Kurdistan24ê li Akrê, firokeyên Tirkiyê ji bo yekem car navçeya (Bakurman) ya ser bi Akrê ve, bordûman kirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî zanyariyên nûçegihanê Kurdistan24ê li Akrê, firokeyên Tirkiyê ji bo yekem car navçeya (Bakurman) ya ser bi Akrê ve, bordûman kirin.

Li ser wê mijarê berpirsê nivîsgeha Kurdistan24ê li parêzgeha Dihokê ragihand, ku îro careke din, firokeyên Tirkiyê bi bihaneya hebûna baregehên (PKK) gundên (Ridênê) û (Sarikê) û navçeyên li pişt (Geliyê Şêrane) yên li sînorê çiyayê Gare bordûman kirin.

Ji aliyê xwe ve ajansa Anadolê ya Tirkiyê belav kiriye, ku li gorî ew zanyariyên ji serokatiya erkanên Artêşa Tirkiyê wergirtiye, "Di operasyoneke ezmanî de, Artêşa Tirkiyê bingehên terorîstan li navçeyên Zap, Xwakurk û Qendîl li sînorên "Bakurê Iraq" bordûman kirin û di encamê de hejmarek ji asêgeh û embarên terorîstan wêran kirin".

Ev bordûman û êrîşa artêşa Tirkiyê li ser navçeyên Herêma Kurdistanê, piştî wê yekê hatin, ku şevê din serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ragihand, ku ewê êrîşî Şingalê û Qendîlê û Mexmûrê jî bikin".

Got jî: "Mexmûr, Qendîl xwedî dike, lewra Mexmûr gellekî giring e û landika berhemanîna terorîstan e".

Herwiha serokê Tirkiyê got: "Heger Bexda gerîlayên PKKê ji Iraqê dernexîne, wê Artêşa Tirkiyê bi xwe êrîş bike û wan ji Iraqê derxîne".

Heya niha jî, Hikûmeta Iraqê, ti daxuyanî li ser êrîşa Tirkiyê nedaye.

N.O