Artêşa Tirkiyê Efrînê dide ber topan: Şehîdek û 9 birîndar

Artêşa Tirkiyê bi giranî bajarê Efrînê û gundên navçeyên Şera, Raco, Mabeta û Cindirêsê topbaran dike, ta niha Şehîdek û 9 birîndar hene.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê bi giranî bajarê Efrînê û gundên navçeyên Şera, Raco, Mabeta û Cindirêsê topbaran dike, ta niha Şehîdek û 9 birîndar hene.

Peyvdarê YPGê li Efrînê Birûs Hesekê di daxuyaniyekê da zanîn, çend topên artêşa Tirkiyê li navenda bajarê Efrînê ketin, bi taybet li taxa Eşrefiyê û gundê Tirindê (gundê Tirindê, bi Efrînê ve ye û bûye wek taxeke wê)

Herwiha diyar kir, firokeyên şer yên Tirkiyê navçeya Şera, Raco û gundê Etmana, Mabeta û riya sereke ya Cindirêsê û topbaran dike.

Birûsk Heseke da zanîn jî, ta niha li gor amarên destpêkê welatiyekî sivîl şehîd bûye û 9 welatiyên din jî birîndar hene.

Ji aliyê xwe şanderê K24ê li Efrînê Ekrem Salih amaje bi wê yekê kir, îro artêşa Tirkiyê gelek gind navçeyên Efrînê bi giranî topbaran û bombebaran dike. Wek gundên Hecîka, Etmana û Basûtê û keçeke 13 salî li Basûtê şehîd bûye.

 

Zarokekî ji gundê Basûtê di encama bombebarana artêşa Tirkiyê de îro birîndar bû
Zarokekî ji gundê Basûtê di encama bombebarana artêşa Tirkiyê de îro birîndar bû
 Zarokekî ji gundê Basûtê di encama bombebarana artêşa Tirkiyê de bû qurbanî
Zarokekî ji gundê Basûtê di encama bombebarana artêşa Tirkiyê de bû qurbanî