Tillerson: Hêvîdar im dorpêça liser Qeterê radibe

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Amerikayê Rex Tillerson, girêdayî dorpêça liser Qeterê daxûyanî da.

Tillerson destnîşankir ku, di dema dawî de Qeter pêngavên girîng dijî terorê avêtin e. Wekî Amerîka jî, ew ji van pêngavan dilxweş in.

Herweha diyarkir ku, ew bi hêvî ye Erebistana Siûdî, Misir, Îmarat û Behreyn dorpêça danîne ser Qeterê ji nû ve binirxînin.