Li navenda Diyarbekrê êriş li çawîşekî şareza hat kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li taxa Şehîdan ya Diyarbekirê, êriş li otombêleke serbazî hat kirin û di encamê de çawîşekî pispor bi awayek giran brîndar bû.
Hat destnîşankirin, çawîşê şareza bi du guleyan giran birîndar bûye û ew rakirine nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê.
Hêzên ewlekariya Tirkiyê, piştî bûyerê li deverê dest bi operasyonê kirin.