Kissinger: Metirsî heye piştî DAIŞ, Împaratoriya Îranê bê damezrandin

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê berê Henry Kissinger balkişand ku, ger Îran wan deverên di destê DAIŞ de control bike, ber bi Imparatoriya Îranê ve diçe.

Di daxûyaniya xwe ji bo rojnameya CapX, Kissinger liser rewşa Rojhilata Navîn rawesta û da nîşandan, “li Rojhilata Navîn gengeşeyên û aloziyên mezin hene. Li vir gotina “dijminê dijminê min dostê min e, wateya xwe wenda kiriye” û rewşa niha wekî “dijminê dijminê min jî, dijminê min e”.

Ligor Kissinger “piştî DAIŞ cîhan dikare bi pirsgîrekên din re berbiçav were. Îran ger kontrola deverên di destê DAIŞ de bigre dest, dê bibe Imparatorî. Navenda wê jî dê Iraq be”