Rola jinan di prosesên aştiyê de

Di prosesên aştiyê de rola jinê gelo çî ye? Jin li ser aştiyê bandoreke bi çi awayî dikin? Li Enqerê mijar ligel mînakên cihanê ji aliyê jinan ve hate nirxandin.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Di prosesên aştiyê de rola jinê gelo çî ye? Jin li ser aştiyê bandoreke bi çi awayî dikin? Li Enqerê mijar ligel mînakên cihanê ji aliyê jinan ve hate nirxandin.

Di nava civakê de jin, bi hebûna xwe xwedî roleke giring e. Di hemû qadên jiyanê de bandora jinê berbiçav e, lê ew bi piranî di her warî de bi astengiyên curbecur re rû bi rû dimînin. Ji dîrokê vir ve jin di hemû geşedanên ku li cîhanê diqewimin de nesîbê xwe jê digirin. Li paytexta Tirkiyê Enqerê rola jinan ya di prosesên aştî û aloziyan de bi xebateke lêkolînî ya ku li 4 welatên cuda pêk hatiye ji aliyê jinên akademîsyen ve hate şîrovekirin.

Akademîsyen Guneş Daşli ji K24ê re wiha axivî: “Em di xebatên xwe yên li qadan de li ser rola jinê ya di prosesên aştiyê de rawestiyan. Ceribandinên gelek balkêş derketin pêşiya me û me dît ku bandora jinê gelekî berfireh e. Jin hem di şer de hem jî di prosesên aştiyê her tim çalak in. Jin, dema ku şer û tundî ji holê radibe, çalakbûna xwe dîsa didomîne û vê carê jî bo nixumandina bandorên şer û pêçandina birînan tevdigere.”

Di panêla li ser rol û hêza jinan de lêkolînên ku li welatên wek; Srîlanka, Sirbistan, Kosova û Sûriye çûne serî, ligel mînakên wan hatin nirxandin. Akademîsyenan destnîşan kir ku jinan bo mirovahiyê, kêşeyên koçberan, kêşeyên xîzanî û netewperestiyê li van deverên şer, di bin şert û mercên dijwar de, hewlên bêhempa dane. Hewlên jinên Rojava, Şengal û deverên Kurdan ên ku şer û pevçûn lê qewimîn jî hatin nirxandin.

Akademîsyen Handan Çaglayan got: “Di encama lêkolînan de peyda bû ku hem aliyê êrîşkar û hem jî rexê li tuşî êrîşan tên jî mexdûr dibin. Herwiha jin bi hêsanî li rastî destdirêjiyê û kuştinê tên. Mê mexduriyeta jinên Cizîrê û têkoşîna wan di dema qedexeyan de li ber çavê xwe dît.”

Li gorî boçûnên pisporan ji ber ku jin zêdetirîn mexdur dibin û barê wan li gorî mêran girantir e, dîsa jin hewl didin ku kêşe bên çareserkirin. Amaje bi wê yekê hate kirin ku gelek caran bi saya jinan, rêyên aştî û aramiyê vedibin û divê hebûna jinê di nava civakê û peymanan de neyê paşgokirin.