Hêmin Hewramî: PDK ne bi niyaz e bê YNKê hikûmetê pêk bîne

Di paneleke Dîdara Merî de ku bi sponseriya medyayî ya K24ê li Hewlêrê birêve diçe. Endamê Serkirdatiya Partiya Demokart a Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî ragihand, PDK digel pêkanîna hikûmeteke hevpeymanî ye, ne ligel hikûmetek binkefireh e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Serkirdatiya Partiya Demokart a Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî ragihand, PDK digel pêkanîna hikûmeteke hevpeymanî ye, ne ligel hikûmetek binkefireh e.

Di paneleke Dîdara Merî de ku bi sponseriya medyayî ya K24ê li Hewlêrê birêve diçe, Endamê Serkirdatiya PDKê Hêmin Hewramî ragihand, dema qonaxa nîv bi nîv digel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bihûrî ye û got, tevî ku PDK dikare bi tenê Hikûmetê pêk bîne, lê ne bi niyaz e bê YNKê hikûmetê pêk bîne.

Li ser pêwendiyên di navbera PDK û YNKê de Hêmin Hewramî got: “Pêwendiyên di navbera PDK û YNKê de ne asteke sar de ne ku nikaribin ji hev têbigihin.” Amaje bi wê jî da, PDK bi berpirsyane serederiyê bi encamên hilbijartinê re dike û em bawerî, destkeft û dengên xelkê Kurdistanê û cemawerê PDKê nakin qurbaniya çend aliyên ku di xuleyên berê de PDKê di nîvê rê de bicih hîştin.”

Li ser beşdariya YNKê di hikûmeta bê de, Endamê Serkirdatiya PDKê got: “Qonaxa nîvî bi nivî derbas bû. Hejmara kursî û giraniya her aliyekî di nava parlemantoyê de dê pîvana beşdariya wan di kabîneya nû ya hikûmetê be.”

Di dirêjahiya axaftina xwe de Hêmin Hewramî got: “Xelkê Kurdistanê di hilbijartinan PDKê xelat kir, ji ber wê pêwîst e em jî xizmeta wî xelkî bikin û parastina ewlehiya xelkê me di hemû waran de bigirin stûyê xwe.”

 

S. B