AK Partî: Eger PKK dev ji çek berde proseyeke nû tê destpêkirin

AK Partî dibêje eger PKK dev ji çek berde proseyeke aştî dê bê destpêkirin. HDP jî amaje dike partiya wan amade ye ku piştgiriyê bide proseya aştiyê.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Piştî banga Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bo PKK ku ragihandibû werin siyasetê bikin, behsa egera destpêkirina proseyeke nû ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd a li bakurê Kurdistanê di nav dewlet û tevgera siyaseta Kurd de tê kirin. AK Partî dibêje eger PKK dev ji çek berde proseyeke aştî dê bê destpêkirin. HDP jî amaje dike partiya wan amade ye ku piştgiriyê bide proseya aştiyê. Li gor siyasetmedarên her du partiyan (AK Partî-HDP) dezgehên pêwendîdar ên dewletê ligel serokê PKK Abdullah Ocalan jî hevdîtinê dike.

Proseya aştiyê ya li Bakurê Kurdistanê, bi mebesta çareserkirina pirsgirêka Kurd ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve bi hevdîtinên ligel serokê PKK Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin lê piştre ji ber şerê navbera hêzên PKK û artêşa Tirkiyê bi dawî bûbû. Piştî demeke dirêj Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bang li HDP û PKK kir û got werin dest bi siyaseteke dirust bikin. Dûv re Serokê Koma Civakên Kurdistanê Murat Karayilan daxuya kir dewleta Tirkiyê ji bo Efrînê hin berpirsên xwe şand Îmraliyê û ligel Ocalan hevdîtin kiriye. Piştî van geşedanan tê destnîşankirin di nav tevgera siyaseta Kurd û Tirkiyê de ji bo destpêkirina proseyeke nû diyalogeg heye.

Parlamenterê AK Partî Galîp Ensarîoglu der barê mijarê de amaje dike li ser proseyeke nû hevdîtinek nîn e lê ji bo destpêkirina proseya aştiyê yek merc heye: Pêwîst e PKK hêzên xwe ji Tirkiyê vekêşîne piştî vê proseyeke nû tê dirustkirin.

Parlamenterê AK Partî Galîp Ensarîoglu ji K24ê re wiha axivî: “Destpêkirina proseya aştiyê girêdayî helwesta PKK ye. Heta ku PKK dev ji çek bernede, prose jî dest pê nake. Piştî şerê xendek û geşedanên dawî yên li Rojhilata Navîn dewlet baweriya xwe bi PKK nayne. Bi çekan tu kêşe nayê safîkirin. Loma birêz Serokkomar Erdogan bang li wan kir da ku werin siyasetê bikin. Bi ya min hin aliyên pêwendîdar ên dewletê li Îmraliyê ligel Ocalan hevdîtinê dikin. Eger çekdarên PKK ji Tirkiyê vekêşin, wê demê proseyek jî dibe were destpêkirin.”

Parlamenterê HDP Muslum Dogan jî amaje dike ku eger hikûmet proseyekê bide destpêkirin HDP amade ye ku piştgiriyê bide. Dogan bang li PKK jî dike divê bo proseyeke nû lazim e çek bên berdan.

Parlamenterê HDP Muslum Dogan dibêje: D“i roja me ya îroyîn de çek çare nîn e. Bêguman HDP jî dixwaze proseyeke aştiyane were destpêkirin û bi diyalogê kêşe werin safîkirin. Bi qanata min hevdîtineke veşartî ligel aliyên têkîldar heye lê bi şêwazeke fermî em nehatine agahdarkirin loma naveroka wê em jî baş nizanin. Lê ez bawer im axirî proseyekê dê were destpêkirin.”

Ber bi hilbijartinên giştî yên li Tirkiyê ve ku sala bê dê pêk were, nîqaşên li ser destpêkirina proseyeke nû bandor li ser helwesta dengdêran bi taybetî yên Kurd jî dike. AK Partî li aliyekê ligel MHP ya ku wek partiyek nîjadperest tê zanîn tifaqa xwe didomîne li aliyek jî dixwaze dengdêrên Kurd bikêşîne aliyê xwe lê ji bo vê tê amajekirin bi tenê gotin têrî nake, li ser proseyeke aştiyane gavên berceste jî pêwîst dike.