Serok Barzanî: Hewlêr alhelgira serxwebûnê û bajarê pêkve jiyanê ye

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, sipasnameyek rastî cemawerên bajarê Hewlêrê kir, bi boneya beşdariy wan di kernevala taybet ya piştevaniya referanduma serxwebûna Kurdistanê de

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, sipasnameyek rastî cemawerên bajarê Hewlêrê kir, bi boneya beşdariy wan di kernevala taybet ya piştevaniya referanduma serxwebûna Kurdistanê de, ku li stadiuma Ferenso Herîrî bi amadebûna Serok Barzanî birêve çû.

Deqa sipasnameya Serok Barzanî:

Sipasnameyek ji Serokê Herêma Kurdistanê ji bo cemawerên hêja û niştimanperwerên Hewlêrê

Pir ji dil sipasiya xelkê hêja û niştimanperwer dikim ji bo beşdariya we ya berbiçav di kombûna cemawerî de ya roja 22ê Êlûna 2017an. Ew coş û mûralên we yên bilind, careke din piştrst kir ku Hewlêr wek her dem keleha berxwedan û niştimanperwerî û azadîxwaziyê ye û ez bi we ser bilind im.

We careke din tekez kir, ku Hewlêr her Hewlêr e. We tekez kir Hewlêr ew Hewlêr e ya ku zora Holako bir, bajarê resen û alhelgira serxwebûnê û bajarê pêkvejiyanê ye, bi dengê xwe yê zelal banga xwe digehîne hemû cîhanê û dibêje belê ji bo serxwebûnê.

Xelkê Hewlêrê, bi hemû pêkhatên netewî û olî, we tabloyek pêş cîhanê kir, ku careke din ti kes nikare cudahiyê bixe nav rengan, ji ber ku bi hemû rengan, we ala Kurdistanê pêş cîhan kir.

Ez bi bawer im di roja 25ê vê mehê de jî wê dengê we bibe zengilê hişyariyê û li deriyê wîjdanê cîhanê bide.

Li vir ez careke din sipasiya hêzên Pêşmerge û tevahiya dezgehên emnî û polîsên trafîkê dikim ji bo hevkariya wan di parastina ewlehiya xelkê û baştir birêveçûna ew kombûna cemawerî.

 

Her şad û serfiraz bin

Mesûd Barzanî

23ê Êlûna 2017an