Erdogan: Êrîşkirin li ser Tirkiyê weke êrîşkirinê li ser bangdana mizgeftan e

Receb Teyib Erdogan: Ew ên dixwazin bi riya sizayên abûrî çogê bi Tirkiyê deynin, wê zû fêm bikin ku ew şaş in.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, derbarê sizayên abûrî yên ku Amerîka li ser welatê wî sepandiye got: Ew ên dixwazin bi riya sizayên abûrî çogê bi Tirkiyê deynin, wê zû fêm bikin ku ew şaş in.

Erdogan got jî: Êrîkirin li ser abûriya Tirkiyê, ji êrîşkirina li ser ala Tirkiyê û bangdana mizgeftan necuda ye.

Herwiha diyar kir, ku xelkê Tirkiyê karin li pêşya tevahiya keleman biser bikein û vê qunaxê derbas bikin.

Bi sedema zindanîkirina keşeyekî Amerîkî ji aliyê Tirkiyê ve, pêwendiyên di navbera Washington û Enqerê de, aloz bûn û Amerîka sizayên abûrî li ser Tirkiyê sepand, ku di encama wan de nirxê Lîreya Tirkiyê beramberî Dolar daket û vê yekê ziyanên mezin li Abûriya Tirkiyê kir.

N.O