Kalin: Qudis şerefa me ye, doza me ye, xeta me ya sor e!

Berdevkê Serokomarê Tirkiye Ibrahim Kalin diyarkir ku: “Qudis şerefa me ye, doza me ye, wekî duhî birêz Serokomar ragihandî, xeta me ya sor e!”

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Serokomarê Tirkiye Ibrahim Kalin diyarkir ku: “Qudis şerefa me ye, doza me ye, wekî duhî birêz Serokomar ragihandî, xeta me ya sor e!”

Kalin herweha destnêşankir ku, Serokomarê Tirkiyê Erdogan îro girêdayî Qudisû dê nameyek vekirî belav bike.

Liser helwêsta Tirkiye Kalin got: “Serokomar dijberiya me liser vê pirsê eşkere kir. Pêwendî ligel Serokê Filistinê Mehmûd Abbas û serokên din ên welatên Erebî pêkanî.  Îro jî ligel Serokên Malezya, Tûnis, Îran, Qeter, Erebistana Siûdî, Pakistan û Endonezya re axifî û dê berdewam bike ligel ên din jî biaxife”.

Tirkiye dijberiya xwe ya daxûyaniya Amerika ku dê Qudisê (Orşelîm) wekî  paytexta Israilê nasbike û balyozxaneya xwe veguheze Qudis diyar kiribû û wekî xeta xwe ya sor binav kiribû.