Asayişa Dêrikê endamekî Yekîtiya Xwendevanan binçav dike

Asayişa Dêrikê endamê Sekreteriya Yekîtiya Xwedevan û Ciwanên Demokrat ên Kurdistanê – Rojava (YXCDK-R) Deham Mihemed Osman li gundê Kelhê binçav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Asayişa Dêrikê endamê Sekreteriya Yekîtiya Xwedevan û Ciwanên Demokrat ên Kurdistanê – Rojava (YXCDK-R) Deham Mihemed Osman li gundê Kelhê binçav kir.

Jêderekî ji YXCDK-R ji K24ê re ragihand, şeva bûrî asayişa Dêrikê endamê Sekreteriya YXCDK-R û endamên Komîta Herêmê yê PDK-Sê Deham Mihemd Osman li gundê Kelhê binçav kir û ew ber bi cihekî nediyar ve birin.

Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demokrat a Kurdistanê – Rojava di sala 2013an de hat damezrandin û wek rêxistineke civaka sivîl di nava ENKSê de ye.

Demek e Asayişa Rojava endam û serkirdeyên partî û rêxistinên di nava ENKS digire û tometa girtina wan jî nayin diyarkirin.

ENKSê jî berî demekê di daxuyaniya xwe de ew kar şermezar kir û bi karekî terorî binav kir û daxwaza berdana hemû girtiyên xwe kir.

 

S. B