Live TV RADIO

KURDISTAN24

  • Erbil
  • -
  • Türkçe
  • |
  • English
  • |
  • Kurdî
  • |
  • فارسی
  • |
  • عربي
  • |
  • كوردی
KURDISTAN 24
  • Nûçe
    • Kurdistan
    • Iraq
    • Tirkiye
    • Îran
    • Sûriye
    • Rojhilata Navîn
    • Cîhan
  • Aborî
    • Kurdistan
    • Cîhan
  • Werziş
    • Kurdistan
    • Giştî
  • Çand
    • Muzîk
    • Sînema
    • Pirtûkxane
    • Şano
    • Helbest
  • Magazîn
    • Tenduristî
    • Geştyari
    • Teknelojiya
    • Giştî
    • Jîngeh
  • Hevpeyvîn
    • Siyasî
  • Gotar

Derbarê Me | Peywendî  | Appên | Derfatên kar

Kurdistan

Li ser sînorên Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava bi milyonan mayîn hene

Hesen  Kosen Hesen Kosen |

Tirkiye Bakur Rojava Başûr Rojhilat Bomebe

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Diyarbekirê ji aliyê 'Hewila Tirkiyeyeke Bê Mayin' ve li ser pirsgirêka mayinan a Tirkiyeyê civînek hat lidarxistin. Di civînê de Koordînatora 'Hewila Tirkiyeyeke Bê Mayin' Muteber Ogreten da zanîn ku; armanca wan balkişandina ser binpêkirinên mafên mirovan ên ku mayin bûne sedem û bi xebatan mayinên vedayi ji ser sînoran werin paqijkirin. Serokê Baroya Diyarbekirê Ehmed Ozmen jî bang li Rayedarên Tirkiyeyê kir ku girêdayî peymanên navdewletî bimînin û mayinên vedayî paqij bikin.

Tirkiye ji sala 1955'an ve li ser sînorên Bakûr û Başûr, Rohilat û Rojava dest bi vedana mayinan kiribû. Ji wê demê ve di encama teqîna mayinan de bi hezaran kesan canê xwe ji dest daye û bi hezaran kes jî seqet mane. Tenê di navbera salên  2004-2017'an de 1.138 kes bûne qurbaniyên teqînên mayinan. Koordînatora 'Hewila Tirkiyeyeke Bê Mayin' Muteber Ogreten bi grafîk û daneyan balê dikişîne ser pirsgirêka mayinan. Ogreten amaje dike ku ew wekî saziyeke civaka sivîl, hewila jiyaneke bê mayin didin.

Muteber Ogreten ji K24ê re got: "Dema ku Tirkiyeyê dest bi paqijkirina mayinan kir, ji bo ku ev xebat ji dewletê re nebe bar; pêşnûmayeke qanûnî amade kiribû. Li gorî vê pêşnûmayê,  companiya ku mayinan paqij bike dê mafê wê hebe ku wî erdî ji bo 49 salan bi kar bîne, lê belê ev yek pêk nehat. Ya girîng ew e ku Tirkiye girêdayî peymanên navdewletî bimîne û berpirsiyariya xwe cibicî bike."

Li gorî daneyên fermî; li ser sînoran bi milyonan mayin hatine vedan. Di sala 2006'an de ji bo ku mayinên li ser sînorê Bakûr û Rojava werin paqijkirin, Tirkiyeyê dest bi xebatan kiribû. Lê ev xebat nivco mane. Sedemên vê yekê jî lêçûna zêde tê nîşandan. Lewra ji bo rakirina her mînekê 2,5-3 hezar lîre divê. Tirkiyeyê ji sala 2003'yan ve Peymana Ottawa îmze kiriye. Li gorî vê peymanê; diviyabû di nav 10 salan de sînor ji mayinan bihata paqijkirin. 

Serokê Baroya Diyarbekirê Ehmed Ozmen jî balê dikişîne ser vê peymanê û dixwaze ku Tirkiye mercên peymanê bi cih bîne da ku êdî kesek ji  mayinan zerarê nebîne.

Ehmed Ozmen dibêje: "Ev, pirsgirêkeke gelek mezin e. Hebûna mayinan hem li ser sînoran hem jî di nav welêt de dibin sedemên mirin û seqatiyan. Em bangî hemû dewletan; bi taybetî jî bangî Tirkiyeyê dikin ku berpirsiyariya xwe ya di Peymana Ottawa'yê de bi cih bînin da ku ku em welatiyên din ji dest nedin û tu kesên din seqet nemînin."

Li gorî daneyên 'Hewila Tirkiyeyeke Bê Mayin' hîn jî li ser sînorên Bakûr û Başûr, Rojhilat û Rojava ji milyonekê zêdetir mayinên vedayî hene. Ji sala 2004'an ve tenê 25 hezar mayin hatine jinavbirin. Hêvî û daxwaza saziyên civaka sivîl û mafnasan jî ew e ku sînor ji mayinan werin paqijkirin û mafên jiyanê yên mirovan werin parastin.

 

Wêneyê Peywendîdar
Nûçe Peywendîdar
24 Demjimêr Berê
01 Erdogan: Em dê penaberan vegerînin Herêma Ewle
02 Amerika: Tirkiye dê li Herêma Ewle nebe!
03 Serok Barzanî: Dorin dostê gelê Kurdistanê bû
04 Di 7 mehan de 1500 koçber di deryê de mirin
05 K24 dîmenên derketina sivîlan ji dawî baregeha DAIŞê belav dike
06 Akar: Me ji Amerîka xwast YPG li herêma ewle nemîne
Heftiya Borî
01 Erdogan: Em dê penaberan vegerînin Herêma Ewle
02 Amerika: Tirkiye dê li Herêma Ewle nebe!
03 Serok Barzanî: Dorin dostê gelê Kurdistanê bû
04 Di 7 mehan de 1500 koçber di deryê de mirin
05 K24 dîmenên derketina sivîlan ji dawî baregeha DAIŞê belav dike
06 Akar: Me ji Amerîka xwast YPG li herêma ewle nemîne
Meha Borî
01 Erdogan: Em dê penaberan vegerînin Herêma Ewle
02 Amerika: Tirkiye dê li Herêma Ewle nebe!
03 Serok Barzanî: Dorin dostê gelê Kurdistanê bû
04 Di 7 mehan de 1500 koçber di deryê de mirin
05 K24 dîmenên derketina sivîlan ji dawî baregeha DAIŞê belav dike
06 Akar: Me ji Amerîka xwast YPG li herêma ewle nemîne
Herî li pêş
    Gotar
    Kî Erdoxançîye, PDK yan PKK?
    Hema ji sala 1999 a û vir de dema ku A.Ocalan hatî desteserkirin û vir de, mirov çend rûdan û helwestan li bin hevûdu rêz bike, dê aşkera bibe ka kî Erdoxançî û Turkçî ye
    Kî Erdoxançîye, PDK yan PKK?
    Selîm Giresorî
    Nûredîn Zaza: Rewşenbîr, siyasetvan û mirov
    Omar Şêxmûs:
    Nûredîn Zaza: Rewşenbîr, siyasetvan û mirov
    Tirkiye ji Soçî destvala vegeriya?
    Cemal Batun:
    Tirkiye ji Soçî destvala vegeriya?
    Hemû parçeyên Kurdistanê divê ji hiqûqa hevdu re rêz bigrin
    İbrahim Gûçlû:
    Hemû parçeyên Kurdistanê divê ji hiqûqa hevdu re rêz bigrin
    Dîroka Rexne ya Edebî li Devera  Badînan
    Rebî Zêbarî:
    Dîroka Rexne ya Edebî li Devera Badînan
    • Nûçe
    • Kurdistan
    • Iraq
    • Tirkiyê
    • Îran
    • Sûriyê
    • Rojhilata Navîn
    • Cîhan
    • Baş
    • Aborî
    • Werziş
    • Çand
    • Magazîn
    • Hevpeyvîn
    • Gotar
    • Xizmet
    • Frequency
    • Zindî
    • Appên
    • RSS
    © Copyright 2019 Kurdistan 24 – All rights reserved

    Nexşeya Malperê | Siyaseta Parastina Nehêniyan | Derbarê me | Pêwendi  |  Derfatên kar


    Nexşe danin û Pêk anin: AwroSoft (AP.)