“11 Adarê destkefteke girîng a Şoreşa Îlonê, xebat û xweragiriya gelê Kurdistanî bû”

Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de, rêkeftina 11ê Adara sala 1970î bi destkefteke girîng ê Şoreşa Îlonê, berhema çendîn salên xebat û xweragiriyê û qurbanîdana gelê Kurdistanê ji bo mafên xwe yên rewa binav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de, rêkeftina 11ê Adara sala 1970î bi destkefteke girîng ê Şoreşa Îlonê, berhema çendîn salên xebat û xweragiriyê û qurbanîdana gelê Kurdistanê ji bo mafên xwe yên rewa binav kir.

Di daxuyaniya Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê de hat: Îro 49 sal bi ser îmzekirina rêkeftina 11ê Adara 1970î ya di navbera Serkirdatiya Şoreşa Îlona Mezin û hikûmeta Iraqê yaw ê demê re derbas dibe. Ev rêkeftin destkefteke girîng a Şoreşa Îlonê, berhema çendîn salên xebat û xweragirî û qurbanîdana gelê Kurdistanî ji bo mafên xwe yên rewa bû.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê behsa girîngiya wê rêkeftinê di wê serdemê de dike û dibêje: “Rêketina 11ê Adarê, ji bilî ku ew belgeyeke girîng a fermî bû ji bo mikurhatina hikûmeta Iraqê bi mafên siyasî, îdarî û çandî yên gelê Kurdistanê û şoreşa wî ya rizgarîxwaz bû, wek xebateke rewa xwedî peyam û armancên niştimanî yên dirust, belgeya aştîxwazî û lêborîna gelê Kurdistanê û serkirdatiya şoreşa wî bû, ku her dem diyalog û rêkeftin bi hikûmetên Iraqî re bijardeya wî ya sereke ye.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibîne, bibîranîna salvegera wê rêkeftina 11 Adarê, rêzgirtin li dîroka rizgarîxwaz a gelê me ye û daxwaza wî ya aştiyane bo gihîştin bi mafên rewa ye, hevdem wane û pendeke dîrokî ya girîng e ji bo çespandina wê rastiyê ye ku ji bilî bijardeya diyalog û hevtêgihîştinê û cibicîkirina rastî ya rêkeftinan, her bijardeyeke din tên karesat û bûyerên nexwastî diafirîne.

Herwiha amaje bi wê kir, Herêma Kurdistanê li ser asta Iraqê û bi gel û welatên navçê de jî her dem hilgirê peyama hevtêgihîştinê û dilyaloga serdemiyane û dostaniya rastî û rêzgirtina li îrade û berjewendiya hemû aliyan e, dilniya ne jî ev dîtina aştîxwaz a Herêma Kurdistanê ji aliyê her aliyekî ve cihê rêzê ye.

Di dawiya daxuyaniya Encûmena Wezîran de hat, di vê bûneya pîroz de, ligel arastekirina peyamnên aştî û dostaniyê ji Herêma Kurdistanê û gelê wê ve bo hemû gelên dost û welatên cîran û cîhanê, rêza xwe ji hemû kedên aliyan û helwestên aştîxwaz û dostane derdibirînin û aştî û biratiya berdewam ji hemû gelên navçê û hemû cîhanê re hêvî dikin.

 

S. B