Destûra Newroza Diyarbekirê hat standin

Li Diyarbekirê ya Bakurê Kurdistan destûra pîrozkirina cejna netewî ya Kurdî Newrozê hate standin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Diyarbekirê ya Bakurê Kurdistan destûra pîrozkirina cejna netewî ya Kurdî Newrozê hate standin.

Gelê Kurdistanê li hemû bajar, bajarok û gundên Kurdistanê cejna Newrozê ya netewî pîroz dikin. Li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî pîrozbahiyên mezin bi rê ve diçin.

Komîteya Amadekar ya bajarê Diyarbekirê da zanîn, wan ji bo pîrozbahiya sersala Kurdî û cejna netewî ya Kurd Newrozê, serî li parêzgeriya Diyarbekirê dabûn.

Komîteya Amadekar ya Pirozbahiya Newroza Diyarbekirê,  ji bo roja 21ê Adarê Çarşembê, destûr ji parêzgeriya Diyarbekirê wergirt. Li gorî destûra parêzgeriyê, şahiya cejna Newroz dê demjimêr 11:00 ê destpê bike û 15:00 êvarê jî bidawî bibe.

Li Bakurê Kurdistan pîrozbahiya Newrozê bi beşdariya bi sed hezaran kesan ve tê pîroz kirin û mezintirîn şahiya li hemû perçeyên Kurdistanê dibe, Newroza Diyarbekirê ye.

 

S. B