Kurdistan Li Tirkiyê berpirseka KCKê hate binçavkirin

Li Tirkiyê berpirseka KCKê hate binçavkirin
berpirsa KCKê ya Tirkiyê

K24-Navenda Nûçeyan

Li gor nûçeyên di çapemeniya Tirkî de belav bûyî berpirsa KCKyê ya Tirkiyeyê hatiye binçavkirin.

Li gor nûçeyên belav bûyî polîsên dijî terorê li balafirgeha Atatûrkê ya Stenbolê operasyonek pêk anîne û keseka bi navê Sara Aktaş ku, bi berpirstiya KCKyê ya Tirkiyeyê tê tohmetbar kirin hatiye binçav kirin.

Hat zanîn Sara Aktaş dixwest ji Balafirgeha Atatûrkê derkeve dervayî Tirkiyeyê.

Sara Aktaş li Rêvebergeha Ewlekariyê tê lêpirsînkirin.

Sara Aktaş 3ê Tirmehê sala 2014an de ji doza KCKê hatibû berdan.