Du Şêwekarên Kurd beşdarî pêşangeheke navdewletî bûn

Li stenbolê pêşangeheka berhemên 170 hunermendan dide nîşandayîn hat vekirin.Di vê pêşangeha mezin de berhemên 2 hunermendên Kurdê Efrînî jî hat pêşberî hunerhezan.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Li Stenbolê pêşangeheka berhemên 170 hunermendan dide nîşandayîn hat vekirin. Di vê pêşangeha mezin de berhemên 2 hunermendên Kurdê Efrînî jî hat pêşberî hunerhezan. Hunermendên Kurd ragihandin ew dixwazin bi rêya hunera xwe welat û jiyana xwe pêşkêş bikin û bi rêya wê jî zorî û zehmetiyên Kurdan nîşanî gelên din bikin.

Bi hevkariya Grupa hunermendên Tirk û komeleya Ereban li Stenbolê pêşangehek berfireh ya binavê ''Pêşangeha Şêwekariya Navdewletî ''hat vekirin. Di pêşangehê de 133 tablo û 44 peykerên 170 hunermendên ji 17 welatan hatin pêşberî hunerhezan.Di vê pêşangeha mezin de berhemên 2 hunermendên Kurd yên ji Efrînê jî hatin nîşandayîn.

Yek ji Hunermendê Kurdê Efrînî Ahmed Kîbar ragihand, huner yek ji amûreka xweragiriyê ye li hember zorî û zehmetiyan û ew bi rêya hunerê derd û hêvîyên xwe pêşkêşî xelkên din dike.

Şêwekarê Kurd Ehmed Kîbar derbarê peyama xwe de ji K24ê re wiha axivî: “Mesaja her însanek karê hunerî dike , sitranan dibêje û li temburê dide heye . Daxwaza min ew e kesên van karan dikin, berhemên xwe nîşanî welatiyan bidin û mesaja xwe bigihînin herkesî. Hêvîdar in bi xêr û xweşî welatê me dê aram bibe û emê dîsa herin welatê xwe û emê destê xwe bidin hevdu û mala xwe ji nû çêkin û bi her tiştî şahî û xweş.”

Hunermendê din yê ji Efrînê Îmadedîn Mihemed jî li ser karê xwe yê hunerî got, berhemên min temsîlîyeta welat, jiyan û warê min dike ji ber wê ez di berhemên xwe de êş, keyf , şahî û hevîyê bi hev re bicihdikim.

Şêwekar Îmadedîn Mihemed got: ''Ev tablo bi navê mûzika dawiyê ye û temsîlîyeta welatê min dike ya gundê min ya jiyana min dike. Her tiştê şexsê me ye em wek Kurd. Ez herdem di tabloyên xwe de,di hunera xwe de dûr bin, şewat, lêdan, kuştin, hezkirin, hêvî ez van hemiyan di rengê xwe didin xuyakirin ji milletê xwe û ji hezkirina dilê xwe.''

Di vê pêşangeha ji tabloyan heta peykeran berhemên 170 hunermendan tîne pêşberî welatiyan de konsereka Erebî , xwendina helbestan û hinek çalakiyên hunerî jî hatin lidarxistin.