Erê Tirkiye rêkeftina mûşekên S-400 dê betal bike?!

Gengeşiyên ser mûşekên S-400 û mûşekên Patrîotan yên di navbera Tirkiye û Emerîkayê de berdewam dikin. Li gel ku mawêya pêşniyaza Emerîkaya ya bo Tirkiyeyê ya ser Patrîotan dawiya vê mehê tijî dibe ji aliyê Tirkiyeyê ve tu bersivek bo vê pêşniyazê nehatiye dayîn

K24- Enqere

Gengeşiyên ser mûşekên S-400 û mûşekên Patrîotan yên di navbera Tirkiye û Emerîkayê de berdewam dikin. Li gel ku mawêya pêşniyaza Emerîkaya ya bo Tirkiyeyê ya ser Patrîotan dawiya vê mehê tijî dibe ji aliyê Tirkiyeyê ve tu bersivek bo vê pêşniyazê nehatiye dayîn. Emerîka ji bo firotina mûşekên Patrîoatan dixwaze Tirkiyeyê rêkeftina mûşekên S-400an betal bike. Pispor jî dibêjin Tirkiye dê rêkeftina mûşekên S-400an betal neke û dê ji bo çareseriyekê hewl bide.

Di navbera Tirkiye û Amerîkayê de di mijara ji Rûsyayê kirîna mûşekên S-400 û ji Amerîkayê egera kirîna mûşekên Patrîotan de gengeşî berdewam dikin. Ligel ku maweya pêşniyaza Emerîkayê ya ku di meha çileyê de derbarê firotina Patrîotan bo Tirkiyeyê, bi şertê ku ji biryara kirîna mûşekên S-400an vegere dawiya vê mehê tijî dibe ji aliyê Tirkiyeyê ve hêj tu bersivek nehatiye dayîn. Tirkiyeyê beriya niha gotibû dê ew rêkeftina S-400an betal nekin û dikarin hem mûşekên S-400 hem jî Patrîotan bihevre bistînin. Niha jî tê meraqkirin ku gelo dê Tirkiye di warê standina mûşekên S-400 û egera kirîna mûşekên Patrîotan de politîkayeke çawa bimeşîne?

Pispora Têkiliyên Navneteweyî Denîz Altinsoy amaje dike ew gefên Emerîka yên ser firokeyên F-35an dûrî rastiyê dibine û dibêje ez bawer nakim ku Tirkiye rêkeftina mûşekên S-400AN betal bike. lê belê dê ji bo çareseriyekî hewl bide.

Denîz Altinsoy - Pispora Têkiliyên Navdewletî, dibêje: " Têkiliyên niha yên di navbera Emerîka û Tirkiyeyê de yên herî xirap a dîrokê ye. Tirkiye li Sûriyeyê xwedî rolekî giring e û dê vê rola xwe ji bo pêşeroj û ewlehiya welatê xwe bidomîne. Bo vê jî mûşekên S-400 bo parastina Tirkiyeyê gelekî girîng in. Wekî din hin parçeyên firokeyên F-35an ku Emerîka ji ser van firokeyan gefan li Tirkiyeyê dike, li Tirkiyeyê tên hilberandin. Ez van gefan dûrî rastiyê dibînim ji ber ku ger Emerîka wisa bike dê ji vê yekê zirarê bibîne.

Pisporê Pêywendiyên Navdewletî Oytun Orhan jî rave dike Tirkiye ne tenê bo parastina xwe, ji Rûsyayê mûşekên S-400an distîne û Tirkiye dixwaze veguhastina teknolojîk jî bike û bo vê yekê jî rêkeftina mûşekên S-400an ji baştir dibîne ku ev jî sedemeke ji bo rêkeftina digel Rûsyayê betal neke.

Oytun ORHAN - Pisporê Pêywendiyên Navdewletî, dibêje: " Tirkiye dema mûşekên parastinê dikirê berê xwe dide veguhastina hin kelûpelên teknolojîk jî. Di vî warî de pêşniyazên Çînê û Rûsyayê nêzîktir in bo Tirkiyeyê. Beriya niha Tirkiye bi Çînê re lihevkiribû lê rêkeftina bi Çînê re xira bû û Tirkiyeyê jî bi Rûsyayê re rêkeftina S-400an

kir. Ji bilî S-400an Rûsya û Tirkiye li Sûriye, Astana, Soçî û çarenûsa Sûriyê de jî di nav hevkariyê de ne û ev hevkarî gelekî krîtîk e. Ji loma jî bawer nakim Tirkiye rêkeftina S-400an betal bike û ji ber vê jî dibe ku Tirkiye bi Emerîkayê re di warê Patrîot û firokeyên F-35an de hin kêşeyan bijî."

Berev hilbijartinên herêmî yên Tirkiyeyê ve her çiqas mijara mûşekan di rojevê de gelekî cîh negirti be jî pispor rave dikin ku dê ev mijar piştî hilbijartinan bibe mijarekî sereke. Herwiha 2ê Nîsanê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mewlûd Çawişoglu diçe Emerîkayê û di 8ê Nîsanê de jî Serokkomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan serdana Rûsyayê dike ku tê çaverekirin di hevdîtinan de mijara mûşekan jî were axaftin.