Li Bakurê Kurdistanê 13 kes ji ber erdhejekê birîndar bûn

Hat ragihandin ku hêza erdhejê 5.4 bû li gorî pîvera Rexterê û bi kûrahiya 14 kîlometran di bin erdê de çêbûye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurdistanê, demjimêr 3 û nîvê destê sibehê erdhejek çêbû û di encamê de 13 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin ku hêza erdhejê 5.4 bû li gorî pîvera Rexterê û bi kûrahiya 14 kîlometran di bin erdê de çêbûye.

Herwiha ji bilî birîndarbûna 13 kesan, ziyaneke mezin li mal û xaniyên xelkê bûye.

Xelkê her yek ji bajarên Diyarbekir, Riha, Wan, Mereş, Meletî û Êlihê jî hest bi wê erdhejê kirin.

N.O