"Catalonia serxwebûna xwe radigehîne"

Biryar e îro serokê Catalonia Carles Puigdemont serxwebûna welatê xwe ji Ispanya rabigehîne

K24 – Navenda Nûçeyan

Dibe ku îro 10ê Cotmeha 2017an, welatê Ispanya rastî çarenivîseke nediyar bê, ji ber ku îro navçeya herî dewlemend li Ispaniya ku Cataloniya ye, dixwaze serxwebûna xwe rabigehîne û egereke mezin heye di navbera Barcelona û Madrid de alozî û tundî derkeve holê.

Biryar e îro serokê Catalonia Carles Puigdemont serxwebûna welatê xwe ji Ispanya rabigehîne, ev yek jî di demekê de ye ku berî niha piroseya derketina Birîtanya ji Yekîtiya Ewropa, ew yekîtî hejandiye û niha jî serxwebûna Catalonia wê bêtir Yekîtiya Ewropa bihejîne.

Ji aliyê xwe ve serokwezîrê Ispanya Mariano Rajoy got: "Heger Catalonia ji aliyekî ve serxwebûna xwe rabigehîne, wê ew yek bibe egera ku hikûmeta Ispanya rêveberiya xweser li wê herêmê hilweşîne.