Kurdistan Proseyeke nû ya çareseriyê dest pê dike

Proseyeke nû ya çareseriyê dest pê dike

K24 – Stenbol

Proseya çareseriyê ku li Bakurê Kurdistanê bi mebesta çareserkirina pirsgirêka Kurd ji hêla hikûmeta Tirkiyê ve hatibû destpêkirin, ji ber şer û pevçûnan hatibû rawestandin. Niha hikûmet dest bi proseyeke nû dike û tê gotin ev prose li gor proseya berê wê xurtir bibe. Ji bo vê ji niha ve rapor hatine amadekirin û di raporê de bo Kurdan xebatên gelek girîng hene.

Li Tirkiyê li gor zanyariyên dawî, hikûmet ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd dest bi xebatekê dike. Li medyaya Tirkiyê çend roj berê hat ragihandin ku, hikûmet li Bakurê Kurdistanê ji bo pêvajoya çareseriyê ji bilî HDP'ê wê digel partiyên din yên Kurd biaxive.

Nivîskar Turan Kişlakçi ku wek nêzîkî hikûmetê tê zanîn û berî niha di kanala dewletê TRT Erebî de wek Rêvebirê Giştî kar kiriye, derbarê mijarê de ji K24ê re agahiyên girîng da û wiha got: Pêvajoya çareseriyê vê Buharê dest pê dike.

Kişlakçi got: “Hikûmet dawî li pêvajoya çareseriyê neanî. Bi destewerdana hêzên derve PKKê dawî li proseyê anî. Ya rastî ne proseya aştî, hevdîtinên digel PKKê bi dawî bû. Hikûmet ji wê çaxê heta îro hewl dide ku dest bi proseyeke nû bike. Li gor agahiyên min, der barê mijarê de hikûmet rapor amade kirine. Di heyama pêş me de ji bo çareserkirina kêşeya Kurd ji proseya berê xurtir proseyeke nû wê dest pê bike û bo Kurdan xebatên girîng wê pêk werin.”

Kişlakçi ji ber rewşa niha nexwest der barê naveroka raporê de agahiyê bide û wiha axivî: Raporeke ku tê de wek yasayî daxwaza mafên demokratîk dike hatiye amadekirin. Kişlakçi da zanîn ku eger HDP ligel neyarên Tirkiyê tevnegere wê demê hikûmet dikare bi HDP re jî hevdîtinê bike.

Rojnameger Oral Çalişlarê ku di nav şandeya mirovên aqîlmend de cîh girtibû amaje kir ku, destpêkirina proseyeke nû geşedaneke baş e, lê belê nebûna HDPê wek kêmasiyek e.

Çalişlar got: “Divê piştgirî bê dayîn bo xebatên li ser çareserkirina arîşeya Kurd, pêwîst e gavên demokratîk bên avêtin, lê belê hûn heta ku PKKê ji çiyê neynin, xebatên ku hûn dikin çareyeke mayînde nabe. Ji bo birêvebirina proseyê wê bi kê re biaxivin nizanim, lê bi HDPê ya ku gelek alîgirên wê hene re neyê axaftin, ev prose wê proseyeke zehmettir bibe ku biçe serî.

Proseya aştiyê ku ji aliyê hikûmetê ve bi mebesta çareserkirina pirsgirêka Kurd di sala 2012'an de hatibû destpêkirin, heta 3 sal berdewam kiribû. Prose sala borî di meha Tîrmehê de li Rihayê piştî kuştina 2 polêsan bi dawî bûbû. Tê gotin, ji wê rojê heta niha di şer û pevçûnan de nêzî 10 hezar mirov canê xwe ji dest dan.