Sefîn Dizeyî: PKK guh nade rewşa Herêma Kurdistanê

Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji Kurdistan24ê re: PKK bihaneyan ji Tirkiyê re peyda dike, ku axa Herêma Kurdistanê bordûman bike.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Piştî ku ji encama bordûmana firokeyên Tirkiyê sê welatiyên Herêma Kurdistanê li devera Amêdiyê canê xwe jidest dan, kunsulê giştî yê Tirkiyê li Hewlêrê ji Kurdistan24ê re ragihand, ku Artêşa Tirkiyê naxwaze êrîşî xelkê sivîl bike û hemû bizavan dike, daku ziyan li wan nebin, lê çekdarên PKKê gundiyan weke mertalên mirovî bikar tînin.

Hevdem peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji Kurdistan24ê re da xuyakirin, ku PKK bihaneyan ji Tirkiyê re peyda dike, ku axa Herêma Kurdistanê bordûman bike.

Sefîn Dizeyî ragihand, ku helwestên PKKê bi awayekî berdewam metirsiyê li ser jiyana welatiyan çê dike.

Herwiha Dizeyî tekez kir, ku wan çendîn caran daxwaz ji PKKê kiriye ku ji wan navçeyan derkeve, lê PKK guh nade rewşa Herêma Kurdistanê.

N.O